زمانی ئێمه بوونی ئێمهیه
زمانی ئێمه بوونی ئێمهیه
سهرچاوهی ئهم بابهته رۆژنامهی ئازادیا وڵاته
|
Zimanê me hebûna me ye |
14’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî banga xwedîderketina li kurdî ye.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di sala 2006’an de bi pêşniyara Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK’ê 14’ê Gulanê weke ‘Cejna Zimanê Kurdî’ qebûl kir û diyarî gelê kurd kir. 14’ê Gulanê di sala 2007’an de cara yekem ji aliyê partî, rêxistin, kesayet û saziyên kurdî ve hate qebûlkirin û pîrozkirin.
Hemû gel û neteweyên cîhanê di rojeke salê de cejna zimanê xwe pîroz dikin. Heta niha ji ber pêkutî, zext û zordarî û qedexeya li ser gelê kurd dihat meşandin rê nedida ku gelê kurd cejneke wiha pîroz bike.
Eger ne ji Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûya, bi taybetî li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî dê di rewşeke xirab de bûya. Lê bi berxwedana şoreşgerên Kurdistanê û xwîna şehîdên Kurdistanê ruh da ziman û çanda kurdî. Îro gelek sazî dezgeh ji bo ziman û çanda kurdî li welat û derveyî welat hatine avakirin û xebatên xwe didomînin. Divê ev sazî û dezgehên kurdî rol û mîsyona xwe bilîzin û di jiyana civaka kurd de zimanê kurdî bikin serdest.
Pêkutî, zext û zordariyên li ser zimanê kurdî hê jî didomin. Di encama Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya sih salî de her çiqas qedexeyên li ser zimanê kurdî rabûbin jî hê jî pêkutî, qedexe, zext û zordariyên li ser zimanê kurdî bi awayekî fiîlî didomin. Hêzên ewlekariyê û rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi awayekî kêfî pêkutiyên xwe didomînin. Li Tirkiyeyê hê jî kurd nikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin. Navên cih û warên wan hatine guhertin û nikarin navên kurdî li wan bikin. Tîpên kurdî W, X, Ê, Û, Î hê jî qedexe ne û ji wan ditirsin. Hê jî nahêlin rojname û kovarên kurdî bikevin hundirê girtîgehan…
Êrîşkariya asîmîlasyonîst her çiqas bi gelek awayên cuda li ser zimanê kurdî tê meşandin jî; zimanê kurdî ku rehên wê digihîje dîrokeke kevnare heta niha li ser piyan maye û dê li ser piyan jî bimîne. Kovara Le Français Dans Le Monde lîsteya "Zimanên herî bi bandor û dewlemend ên dinyayê" weşand û kurdî jî di nava vê lîsteyê de ye. Ev yek jî nîşan dide ku li hemberî ew qas pêkutî û qedexeyan zimanê kurdî dîsa jî her afirîner bûye. Divê hemû ferdên kurd li dijî asîmîlasyon û pêkutiyên li ser zimanê kurdî, her wiha li dijî oto-asîmîlayonê têbikoşin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Em weke gelê kurd ji bo hebûna xwe biparêzin û pêk bînin, divê em zimanê kurdî di qada axaftin û nivîsandinê bi pêş bixin. Divê em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Xwedîlêderneketina ziman û çanda xwe pejirandina bêrûmetiyê ye. Divê em di jiyana rojane, danûstandin û di her warê jiyanê de dest ji zimanê serdest û biyaniyan berdin. Pêwîst e zimanê kurdî bibe zimanê civakê, zimanê perwerdehiyê, zimanê bazirganiyê û zimanê siyasetê. Heke di hemû qadên jiyanê de zimanê kurdî neyê bikaranîn, dê ziman bi pêş ve neçe. Yekitiya ziman, yekitiya gelekî diafirîne. Pêşketina ziman, pêşketina gelekî ye. Zimanê gelekî çendîn tekûz û yekgirtî be, têkçûna wî gelî jî ne mimkûn e. Zimanê gelê kurd jî weke erdnîgariya xwe, ew jî ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatiye parçekirin. Rakirina astengiyên li pêşiya yekgirtina ziman tê wateya rakirina sînoran jî. Ji bo dawî li parçekirinê bê anîn û pêşiya yekitiyeke neteweyî bê vekirin divê gelê kurd li ser elfabeyekê li hev bike. Heke li ser elfabeyekê li hev bê kirin, dê yekitiyeke neteweyî bi pêş bikeve.
Gelek kesên navdar li ser girîngiya ziman tiştên girîng gotine û ziman weke ruhê neteweyekê bi nav kirine. Ruhê neteweya kurd jî zimanê kurdî ye. Ji ber vê yekê dagirkerên Kurdistanê pêşîn berê xwe dane ziman û çanda kurdî. Heta ziman û çanda gelekî neyê tunekirin, ne pêkan e ku nasname û çanda gelekî bê tunekirin. Ziman nasname, ruh, hebûn, pêşeroj û kesayeta gelekî ye. Gelê ku zimanê xwe winda bike, tê wateya ku nasnameya xwe jî winda kiriye. Ji ber vê jî dagirkerên Kurdistanê bi qedexekirina zimanê kurdî xwestine ku gelê kurd hişmendiya xwe, wijdanê xwe, rûmeta xwe û her tiştê xwe winda bike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran li ser girîngiya ziman sekiniye. Heta kesên ku xwe înkar bike weke heramzade bi nav kiriye. Ocalan heta niha ji bo jiyana civakî gelek pêşniyar kirine. Ji bo ziman jî Akademiya Ziman pêşniyar kiriye. Divê zimanzan û kesên berpirsyar şert û mercên vê yekê biafirînin. Bi avakirina Akademiya Ziman dê zimanê kurdî geştir bibe.
Ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî berpirsyariya hemû partî, rêxistin, sazî, dezgeh, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên kurd heye. Hêviya me ew e ku 14’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo bicihanîna berpirsyariyên li hemberî zimanê dayikê bibe wesîleyek.
Cejna Zimanê Kurdî li we xwendevanên hêja û tevahiya gelê kurd pîroz be.
شێعر لای من